Xwendineke helbestiyane ji tabloya
Dîlana Mirinê ya Reşîd Hiso re
 Xelat Ehmed


Bayê ji baskên xwe re raxîne
bila av bi perwazên te re ji hiş herê
navê xwe tev li rengan bike
û di dîlana mirinê de
ronahiyê hînî jena min bike.

sernişûvî destana
oxra min li biyaniyê zêde bike
reşê li min girêde, ronahiyê ez westandim.

tazî tev li mijê dibim
sihên te li ser avê dixwînim
newrozan ji te re li darvedikim
genmê min yê ne seridî
bi hijmartina siwarên te yên nederbasbûyî mijûl dibe
qevda xatûnên xatirxwestinê
destê mirinê digrin
û mijeke din ji dîlana me re dertînin.

hêlane
jiyana me ji hebûna mirinê re
geş dikin
ka bijmêre,
çend salên me di gerînoka rojan de vemirîne ?