şûn xwe de dihêlim
ji zarokên pehiyzê me
di xwîna bavê xwe de
digewilim
yarê xwe şûn xwe de dihêlim
û bê sermil
di seqema sînoran de
bi mînan re dikevim goftegoyên kewan.
pencere pencere
xewnên xwe ji teqînan derbas dikim
bi sozên harbûna rengan
di bendemanê de
çil keziyên xwe yên ji leylanê
bi dilşkestinan kurr dikim.
sînor li min diherpilin
her biharên ji gewdê min
der çûyin
li dilê min
dikin pehîz.